Önder Beyter
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 11 Tebax 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 61 hezar û 98an.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 914 zêde bû û derket milyonek û 61 hezar û 98an.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 319 zêde bû û derket 23 hezar û 643yan.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 10 hezar û 621 ye. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 35 mirinan va Misir û bi 1312 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 563 hezar û 598, li Misrê bû 95 hezar û 666 û li Nîjeryayê jî bû 46 hezar û 867.
Li Afrîkayê 747 hezar û 414 pêketiyên şewbê jî baş bûn.