İbrahim Atmaca
01 Adar 2021•Rojanekirin: 02 Adar 2021
Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket ji 3 milyon û 925 hezarî derbas bû, jimara miriyan derket 103 hezar û 908an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyan derket 3 milyon û 925 hezar û 683an, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 3 milyon û 485 hezar 227an.
Li tevahiya parzemînê 103 hezar û 908 kes ji ber vîrusê mirin.
Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis û Misir û Etiyopyayê hatin tesbîtkirin.