İbrahim Atmaca
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku di wan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin, derket milyonek û 273 hezar û 213an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 8 hezar û 796 zêde bû û derket milyonek û 273 hezar û 213an.
Jimara kesên ku ji ber pandemiyê mirin 266 zêde bû û derket 30 hezar û 370yan.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 14 hezar û 389 kes mirin, li Misrê 5 hezar û 461 kes mirin, li Cezayîrê 1523 kes mirin.
Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 630 hezar û 595an, dû vî welatî ra bi 99 hezar û 280 pêketiyan va Misir, bi 65 hezar û 453 pêketiyan va Fas tê.
Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî miyonek û 11 hezar û 64 kes in.