07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
HATAY
Kesên ku li taxa ser sînor ya Hassaya navçeya Hatayê dijîn li benda xeberê ne ku zarokên Efrînê yên endamên PYD/PKKya rêxistina terorê wan birine bi destê eskeran bên xilaskirin.
Welatiyên ku li taxa ser sînorê Sûriyeyê dijîn ku nifûsê wê 500 kes e ji ber şerê navxweyî û dagirkeriya PYD/PKKyê ya li Efrînê bi salan e nikarin xizmên xwe yên li Efrîn û bajarên derdorê bibînin.
Welatî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê dijî PYD/PKK û DEAŞa rêxistina terorê daye destpêkirin ji nêz va teqîb dikin.
Welatiyên ku bi xizmên xwe yên li Efrînê ra xeber didin destnîşan dikin endamên rêxistinê zarokan bi zorê ji mlabatan distînin û çekdar dikin, loma jî xelk bifkar e.
Halîl Kurtê mixtarê taxa Çinarbaşiyê destnîşan kir piraniya xelkê taxê xizmên wan li Sûriyeyê hene.
Kurt diyar kir ji ber terorê nikarin bi xizmên xwe ra biaxivin û wiha got: "Malbata xanima min li Efrînê ye. Xanima min 4 sal e ji ber terorê nikare here û xizmên xwe bibîne. Hema bibêje xizmên gelek kesan li Efrînê ne û ji ber terorê nikarin herin." Dema eskerên me wir paqij kirin em ê bi rehetî xizmên xwe bibînin."
Ji welatiyan Muhammet Kurt diyar kir ji xizmên xwe dinihîzin ku terorîst zilmeke çawa dikin û wiha dewam kir: "Ez bi têlefonê bi xizmên xwe ra axivîm. Li Efrînê dijîn. Terorîst li Efrînê zarokan bi zorê çekdar dikin. Bi zora çekan her kesî dibin."
Kurt diyar kir li bendê ne Efrîn ji terorîstan bê paqijkirin û got em li benda xeberê ne ku zarokên Efrînê yên endamên PYD/PKKyê wan birine bi destê eskeran bên xilaskirin.