Elif Orhan
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo 5 kesên ku di êrîşa çekdarî ya ser rojnameya herêmî ya bi navê "Capîtal Gazette" ya li bajarê Annapolîsa girêdayî eyaleta Marylandê de mirin telîmat da ku alayan daxînin nîvê dîregê.
Trump daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku êşa malbatên kesên ku di êrîşa çekdarî ya li Capîtal Gazetteyê de mirin parve dikin û da zanîn ku ji bo rêzgirtina qurbaniyên êrîşa navborî telîmat da ku li hemû saziyên kamûyê yên li nav welêt û derveyî welêt îro alayan daxinîn nîvê dîregê.
Êrîşa çekdarî ya ser "Capîtal Gazette" ya li Annapolîsa saetek dûrî paytext Washingtonê weşanê dike û bû sedema mirina 5 kesan wek yek ji êrîşên kuştinê yên herî kujer ên ku çapemeniyê hedef digire di dîroka Amerîkayê de kete nav qeydan.
Hatibû eşkerekirin gumanbarê ku der barê êrîşê de hat binçavkirin Jarrod Ramosê 38 salî ye.
Rayedaran destnîşan kiribûn ku bersûc pêşî ji ser çapemeniya civakî peyamên tehdîdê ji rojnameyê re şandin û bûyer êrîşeke plankirî ye.
Lêpirsîna ku polêsên herêmî û Buroya Lêpirsna Federal (FBI) der barê êrîşê de dabûn destpêkirin didome.