Elif Orhan
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Derket holê ku li Andeluesa bajarokê Belçikayê bi amraza bibir li ser laşê keçika misilman a 19 salî ya ku rastî êrîşa nijadperest û îslamofobîk hat "xaç" hatiye xêzkirin.
Li gor nûçeya ku Belgaya ajansa nûçeyan a fermî ya Belçîkayê sipart rayedarên Midûriya Ewlehiyê li bajaroka Anderluesê ya 60 kîlometro başûrê Brukselê keçika misilman şeva duşemê li kolanê rastî êrîşa devkî û fizîkî ya du kesan hat.
Êrîşkaran di kolanê de beriya keçika xama birîn û pêşî heqaret lê kirin pişt re jî şarpeya li serê wê û cilên wê çiritandin.
- Li ser wûcuda wê xaç xêzkirin
Êrîşkaran keçika xama ya hewl da ku birevin li erdê kaş kirin û heqaretên wekî "Erebê pîs" lê kirin.
Êrîşkaran cilên keçikê çiritandin û li ser zikê wê, lingên wê û cihên cur bi cur ên bedena wê bi maraza bibir "xaç" xêz kirin.
Polêsan der barê êrîşkarên ku reviyan de lêpirsîn da destpêkirin.