Türkan Tosun
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2020
Li çend bajarên Amerîkayê bi hezaran jin hatin bal hevdu, dijî Serok Donald Trump û polîtîkayên wî yên ku ew rexne dikin çalakî li dar xistin.
Trump di sala 2017an da bû serok, ji wê rojê vir va her sal "Meşa Jinan" tê kirin ku îsal ya 4an çêbû.
Li paytext Washîngtonê çend hezar kes kom bûn, lê kêm kes beşdarî xwepêşandanên li New Yorkê bûn.
Jin di hewaya sar da heta Qesra Spî meşiyan.
Li hemberî Trump, polîtîkayên wî yên der barê koçberan û wekheviya jin û mêran di serî da jinan li ser gelek mijaran dirûşme berz kirin.
Li ber Qesra Spî jî çalakiyê dewam kir, paşê jin belav bûn.
Cara ewil di 20ê Çileya Paşîn a 2017an da Meşa Jinan çêbûbû. Piştî vê dîrokê jinan ev çalakî domandibûn.