Êzdiyên ku ji cih û warên xwe bar kirin û hatin Ûlûdereya navçeya Şirnexê, di mektebên gundan de dimînin.
Ji bo pêdiviyên êzdiyan gelek sazî û xêrxwaz alîkariyê didin. Jinên hekkariyî jî ji bo êzdiyên belengaz di tendûran de nan dipêjin.
Jinên hekkariyî serê sibê rabûn, tendûr dadan, nan petin û teslîmî Şaredariya Hekkariyê kirin. Esnaf û xêrxwazan jî ji bo alîkariya êzdiyan gelek alav anîn û teslîmî şaredariyê kirin.
Fazîlet Bora ku li taxa Daxgolê dijî got ku hemû jinên taxê ji bo êzdiyan nan petin û mebesta wan piştgiriya malbatên mexdûr in.
Piştî ku alavên alîkariyê li şaredariyê hatin kom kirin, welatiyan alav barî komyonê kirin û berê kamyonê da Şirnexê.