Dildar Baykan Atalay
27 Tebax 2023•Rojanekirin: 28 Tebax 2023
Li Florîdaya eyaleta Amerîkayê kesekî çêrmspî ji ber hincetên nijadperestî bi êrîşa biçek va 3 kesên reşik kuşt.
Li Jacksonvîlleya bajarê Florîdayê kesekî çêrmspî yê ku rûyê wî bi rûpûşê girtî danê êvarê li taxa ku reşik lê dijîn kete marketekê û bi çekê êrîşî merivan kir.
Şerîfê Jacksonvîlleyê T.K. Waters daxuyand êrîş ji ber hincetên nijadperestî hatiye kirin, lewra li ser hesabê medyaya civakî ya êrîşkar da peyamên nijadperest hatine belavkirin û got "êrîşkar ji reşikan nefret dikir."
Waters got di êrîşê da 2 jin û mêrek hatin kuştin.
Waters anî ziman êrîşkarê ku temenê wî dora 20î da ye piştî êrîşî xwe jî kuştiye.