Ahmet Aydın
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li Florîdaya eyaletê êrîşa çekdarî birine ser lîseyekê gumanbarek hat binçavkirin û herwiha hat destnîşankirin ku di êrîşê da herî kêm 17 kes hatin kuştin.
Li bajarê Browardê eyaletê Florîdayê li dijî Lîseya Stoneman Douglasê ji aliyê Nikolaus Cruzê xwendekarê dibistanê yê berê êrîşa bi çek hat li darxistin û herî kêm 17 kes ji aliyê êrîşkar ve hat kuştin.
Li gorî daxûyaniya Şerîfê Browardê gumanbar ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, lê belê polîs li herêmê di xebata lêgerînê de berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê lê hejmara tekez derbarê birîndar û kuştiyan de nehat ragihandin.