Elif Orhan
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
EFRÎN
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve tê kirin de teqemeniyên ku li Çiyayê Burseyaya ku ji terorîstan hat paqijkirin û ji aliyê stratejîk ve girîng e bi destê ekîbên pispor yek bi yek tên îmhekirin
Li çiyayê ku mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê 4 salan dagir kirin û bi blokên beton û tunelan kirin wek kelehan Tîma Îmhekirina Tesbîtê ya Teqemeniya Bidestçêkirî û Mayînê (METÎ) ve bi seyên ku perwerdeya taybet sitandine xebat bênavber dewam dikin.
Ekîban cebilxaneya ku mayînên antî tan û teqemeniyên bidestçêkirî yên ku bi telefonên destan û bêtêlan ji dûr ve tên kontrolkirin jî di nav de îmhe kirin di dema xebatên lêgerîn û lêkolînê de dedektorên tespîtkirina teqemeniyan û jammeran bi kar tînin.
Teqemeniyên hat tespîtkirin ku li cihên cuda yên çiyê hatin veşartin piştî ku ewlehiya herêmê hat pêkanîn bi kontrol tên îmhekirin.
Îmhekirina teqemeniyên ku bi taybetî li ser guzergahên derbasbûna yekîneyên eskerî hatine bicîkirin dewam dike, balê dikşîne ku li herêmê gelek mayînên antî tank ên biyanî hene.

- Seyê lêgerîna mayînan jî tên bikaranîn
Seyê lêgerîna mayînan a 5 salî "Zatî jî piştgiriyê dide xebatên peywirdarên METIyê.
Ekîba AAyê ya ku li herêmê herekatê dişopîne li Çiyayê Burseyayê dema ku xebatên METIyê qeyd dikir îmhekirina teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan veşartibû kişand.
Teqemeniya bi qasî 4 kîloyê piştî ku bi arîkariya dedektoran hat tespîtkirin ekîbên îmhekirina bombeyan li herêmê ewlehî pêk anîn.
Ekîba pispor piştî lêkolînê biryar da ku teqemeniya bidestçêkirî bê îmhekirin û piştî ku herêmê vala kir teqemeniya bidestçêkirî bikontrol teqand.