28 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2016
HASEKE
DYAyê di 2 heftêyên dawîn de 3 caran alîkariya leşkerî da PYD/PKKya rêxistina terorê.
DYAya sewqiyata herî mezin ya ku ji erdê û hewayê gihande Hasekeyê. Tê îdiakirin ku ev arîkarî ji bo PYDya rêxistina terorê çû.
Rayedarên DYAyê her çendî bibejin em arîkariyê nadin PYD/PKKê, dîsa tiştên ku sehayê çêdibin cuda ne. Serbalyozê DYAyê yê Enqereyê John R. Bass di hevpeyvîneke xwe de gotibû "Em arîkariya çek û cepxaneyê nadin PYDyê."
- Sewqiyata herî mezin a du hefteyên dawîn
Ji şêniyên herêmê kesekî ku di sewqiyatê da wezîfedar bû û nexwest navê wî bê nivîsîn daxuyanî da nûçegihanên AAyê yên li herêmê û got ku hêzên DYAyê ji 13 kanûnê vir va di du hefteyên dawîn da sewqiyata herî mezin ya alîkariya eskerî duh êvarê dan rêxistinê. Li gor vê balafirên kargoyê yên DYAyê li Rumeylanê danîn û gelek TIRên sergirtî yên ji Hewlêrê derketin rê ji sînorê Iraqê derbas bûn û gihîştin herêma PYD/PKKê. Ji şahidan hin kesan got ku bi çavên xwe dîtine TIR derbasî alî Qamişloyê bûn.
- Li herêmê baregehên DYA-PYD/PKK
DYA di meha cotmeha 2015an da li navçeya Rumeylana bakurê rojhilatê Hesekê dikeve û adara borî da jî li gundê Harab Işka başurê Kobanê dimîne baregeha hewayî ava kiribû. Baregeha Rumeylanê ji bo daketina balafirên kargoyê têrê dike lê ya Harab Işkê niha bi tenê ji bo helîkopterên eskerî tê bikaranîn.
PYD/PKK ji Hesekeya ser sînorê bakurê rojhilatê Sûriyeyê heta hemberî Hatayê ji ser xeta sînor dixwaze herêma ku serdest be ava bike.
Tirkiye jî dibêje ku ewê destûrê nede avakirina vê "qorîdora terorê" û di vê mijarê da hişyariyên xwe dike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh der barê alîkariyên ji derva ji rêxistina terorê ra tên da got: "(Hereketa Mertalê Feratê) Hêzên koalîsyonê digotin çi di serî da digotin 'li Hemberî DEAŞa rêxistina terorê emê heta hetayê têkoşîna xwe bidomînin.' Heta me jî bi piştgiriya DEAŞê sûcdar dikirin. Niha hemû ji holê winda bûne. Berevajiyê vê DEAŞ jî di nav da niha piştgiriyê didin YPG, PYDê."