Türkan Tosun
08 Nîsan 2020•Rojanekirin: 10 Nîsan 2020
Li Marylanda eyaleta Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) girtî ye, lê navendê li ser medyaya civakî bi weşana zindî Qendîla Beratê pîroz kir.
Navenda ku di sala 2016an da bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hatibû vekirin li ser medyaya civakî weşaneke zindî çêkir û qendîl pîroz kir.
Di destpêka bernameyê da Qur'an hat xwendin, îlahî hatin gotin û paşê jî Ataşeyê Dînê ya Chîcagoyê Doç. Dr. Mahmut Ay li ser qendîlê sohbetek kir. Bernameyê qasî saet û nîvekê dewam kir.
Navendê di 13ê Adarê da daxuyandibû ku ji ber vîrusa koronayê nimêjên înê heta agahiyeke duyem hatin betalkirin.