24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2015
ÎZMIR
Serokwezîr Davutoglu: "Ji ber ku îxtimala perçebûna MHPyê zêde dibe, heger partiya 5an derkeve wê ji nav MHPyê derkeve."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di weşana hevbeş a Haberturk, Show TV û Bloomberg HTyê da axivî.
Serokwezîr Davutoglu der barê hevdîtinên Osloyê û nîqaşên li ser lihevkirinê da wiha got: "Em nabêjin li Osloyê hevdîtin çênebûn, lê wekî ku tê qalkirin hevdîtin çênebûn."
Davutoglu îdiayên der barê Osloyê da wek "derew" bi nav kir û wiha got: "Rêxistinên îstixbaratê ji bo berjewendiyên dewletê hin hewldanan dikin, lê ev derew in, îdia ne rast in."
Davutoglu li ser pirsa "Di nivîseke xwe da Abdulkadîr Selvî qala kampa AK Partiyê ya li Afyonkarahîsarê dike, tê gotin ku 'Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala di wê kampê da der barê pêvajoya çareseriyê got ku pirsgirêk ji PKKyê derdikeve, me li Osloyê li hev kiribû;' Berdevkê HDPyê Ayhan Bilgen jî digot ji bo rêvebiriyên herêmî bên bihêzkirin lihevkirin çêbûbû?" wiha got: "Ez di hemû rûniştinanan da hebûm Efkan Ala tiştekî wiha negot. Dibe ku di hevdîtinan da hin lihevkirin hebin û di hin tiştan da jî meriv li hev neke. Meriv çima hevdîtinan dike, ji bo ku ji binî ve mesele bên çareserkirin. Em nabêjin li Osloyê hevdîtin çênebûn, lê wekî ku tê qalkirin hevdîtin çênebûn."
- "Li ser çekdanînê lihevkirin çêbûbû"
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa "Yanê lihevkirin çênebû?" wiha got: "Na, na. Tiştekî wiha tuneye. Tenê li ser çekdanînê lihevkirinek hebû û wan bi xwe jî ev îlan kir. Çima çekan danaynin?"
Davutoglu destnîşan kir ku tu wextê dev ji têkoşîna li dijî terorê bernedane û di mijara PKK û pêvajoya çareseriyê da vê rewşê dewam kir û wiha xeberda: "Di pêvajoya çareseriyê da jî me dev ji têkoşîna li dijî terorê berneda. Em ji bo her tiştî amade bûn, me şansek da ku dev ji çekan berdin. Lê wan çi kir, digel dadgehên dewletê û otorîteyê, çûn xelk darizandin û êşkence kirin. Yekîneyên xweparastinê ku nayê zanîn ku çi ne ava kirin. Pergala kamuyê pergala me hemûyan e. Xwestin pergala kamuyê xera bikin û otorîteya xwe ava bikin."
Davutoglu diyar kir ku di dewletekê da du hêzên çekdar nabin û divê PKK dev ji çekan berde û wiha got: "Çawa li derekê du burokrasî nabe, du hêzên çekdar jî nabin. Heger li vir meriv vegere pêvajoya çareseriyê divê hemû hêzên çekdar tasfiye bibin. Em di vê mijarê da bi biryar in."
Davutoglu destnîşan kir ku têkoşîna li dijî rêxistina paralel, KCK û yên din wê heta tasfiye bibin dewam bike û wiha got: "Heta ku dewlet ji hemû rêxistinan paqij bibe wê têkoşîn dewam bike. Wek mayîn çênabe, divê yek wek cimaeteke dînî li qada xwe bimîne û ya din jî çekên xwe dayne."