Haydar Şahin
09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Hat ragihandin ku li Amerîkayê amûra bizirar a di cixareya elektronîk da ya ku bû sedema mirina herî kêm 40 kesî û nexweşketina ji 2 hezarî zêdetir kesî hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniya Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) da hat diyarkirin ku di cixareya elektronîk da vîtamîn E asetata amûra kîmyewî hatiye bikaranîn û dibe ku sedema aciziyên pişikê yên li welêt ev be.
Rayedarên CDCyê gotin ku li ser mînakên ji 29 nexweşên li 10 eyaletan hatin hildan xebitîn û tesbîtkirin ku amûra vîtamîn E asetat dibe sedema aciziyên ji ber cixareya elektronîk.
Dr. James Pirkleyê ji ekîba lêkolînê got vîtamîn E asetat dema dikeve hundirê pişikê êdî bi wê derê digre û paşda dernakeve.
Dr. Anne Schuchata Alîkara Midûrê Giştî ya CDCyê jî got encama bi dest xistin keşfeke mezin e û wiha axivî: "Ev sedemên din dernaxe paqijiyê, dibe ku gelek sedem hebin lêbelê agahiyên teze girîng in. Di destê me da sedemeke qewîn heye."
Schuchatê got ligel daneyên hatin bidestxistin CDC ew ê testên li ser amûrên kîmyewî bidomîne.