Ruslan Rehimov
18 Adar 2023•Rojanekirin: 20 Adar 2023
Li Azerbeycanê pîrozkirina Cejna Newrozê ya mizgîniya biharê ye dest pê kir.
Li Azerbeycana kevneşopiyên cejnên berê tên parastin navenda pîrozkirinê Perestgeha Ateşgahê ya li Suraxana naveçeya Bakuyê bû.
Şêniyên Bakuyê berê xwe dan merasimên li Perestgeha Ateşgahê tên kirin. Komên muzîkê konser dan, xwarin û xurekên herêmî hatin pêşkeşkirin û cil û bergên herêmî û tiştên hunerên dest hatin nasandin.
Di merasimê da agirê Newrozê dadan û ji deverên curbecur ên Azerbeycanê jî komên dans û muzîkê yên hatibûn jî dîmenên rengîn derxistin holê.
Li welêt ji ber Cejna Newrozê heta 27ê Adarê betlaneya fermî ye û seranserê tetîlê wê pîrozbahî bên kirin.