Dmitri Chirciu
17 Adar 2023•Rojanekirin: 18 Adar 2023
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku cehda Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo parastina aştiyê û navbeynkariya wî teqdîr dikin.
Peskov li paytext Moskovayê daxuyanî da rojnamevanan.
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ji ber ku Serokê Mesleheta Gel ya Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmihemedov pêşniyaz kir ku Erdogan ji bo xelata aştiyê ya Nobelê namzed bê nîşandan wiha got, "Helbet em cehda Erdogan ya ji bo parastina aştiyê, navbeynkariya wî û helwesta wî ya di pêşvabirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê da pir teqdîr dikin."