Selman Aksünger
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî (MCN) ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna ku der heqê sûcên li Ukraynayê tên kirin dimeşîne da der heqê Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê û Marîa Alekseyevna Lvova-Belovaya Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayû da biryara girtinê derxist.
Di daxuyaniya nivîskî ya MCNyê da hat ragihandin ku der heqê Putîn û Lvova-Belovayê da ji ber sûcê di dema Şerê Rûsya-Ukraynayê da zarokên Ukraynayî tên revandin biryara girtinê hat derxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku herdu gumanbaran jî îştirakî sûcê bi awayekî dijî hiqûqê zarokên birin Rûsyayê kirine û hat gotin Putîn ji ber ku pêşî negirtiye ku kesên di bin kontrola wî da vê sûcê bikin berpirsyar hat dîtin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin têra xwe guman heye ku Putîn û Lvova-Belova bi sînordarkirina zarokên Ukraynayî sûcê şer kirine û dan zanîn ku biryara girtinê li ser daxwaza Serdozgeriya MCNyê ya bi dîroka 22yê sibata 2023 hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo parastina mexdûran di serî da fikirîn ku biryara girtinê biveşêrin lêbelê ji ber ku halê hazir ev sûc tên kirin mehkemeyê ji bo ku pêşî lê bigire ku sûcên nû bê kirin vê biryarê ji raya giştî ra eşkere kir.