İbrahim Atmaca
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li bakurê eyaleta Californiayê ya Amerîkayê hefteya çûyî agir bi daristanê ket û hat ragihandin ku her ku diçe agir zêde dibe.
Rayedarên îtfaiyeyê diyar kirin ku dawiya hefteyê li bakurê rojavayê Sacramentoyê agir bi daristanê ket û agir bi lez û bez gur dibe û li qadeke 243 kîlomêtreqereyî belav bûye.
Daristana ku agir pê ketiye ji aliyê bakurê rojhilatê va 160 kîlomêtre dûrî San Franciscoyê ye û ji ber bagerê agir pir zû bela dibe û ji bo vê jî seba herî kêm 300 kesan fermana texliyeyê hat dayîn.
Berdevkê Teşkilata Îtfaiyeyê ya Californiayê Gabe Lauderbale diyar kir ku ji ber pûş-pelaş, darên mêşe û deviyên bajaroka Guinayê, agir pir zû bela dibe.
Rayedaran hişyarî da ku li Coloradoyê divê ji 2 hezar û 500î zêdetir mal werin valakirin.
Yekeya Rewşa Acil a Geliyê San Luisê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku 104 xaniyî di şewatê da zirar dîtiye.
Hat gotin ku di şewatê da hê tiştek bi kesî nehatiye.
Waliyê Californiayê Jerry Brown hefteya çûyî seba temirandina agir li herêmê rewşa derasayî îlan kiribû.
Ji ber hişkahiya li eyaletê agir bi dibistanan dikeve.
Di sala 2015an da li Lake Countyê agir bi daristanê ketibû û tê da 4 kes miribûn, xesar li nêzî 2 hezar avahiyî ketibû.