Türkan Tosun
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
QUDIS
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îsraîlê Emmanuel Nahshon henekê xwe bi daxuyaniya General Xulamriza Celaliyê Serokê Saziya Parastina Sivîl a Îranê yê kir ku gotibû "Îsraîl û welatekî cînar bi ewrên Îranê ra dilîzin û nahêlin baran bibare".
Nahshon li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniya Celalî, wêneyekî rewşa hewayê ya Tehranê nîşan dide weşand.
Nahshon got li Îranê rojên li pêş hewa bi tav e û baran naxuyê û got "Me dîsa kir".
Nahshon li ser wêneyê rewşa hewayê semboleke baranê danî û wiha got: "Ewrekî baranê yê din ku divê bê dizîn".
Bi wêne û peyamê va Nahshon henekê xwe bi daxuyaniya Celalî kir.
General Xulamriza Celalî li Tehranê di Konferansa Parastina Sivîl a 3yemîn da gotibû Îsraîl û welatekî cînar bi ewrên Îranê yên baranê tînin ra dilîzin û nahêlin li welêt baran bibare.