Haydar Şahin
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
BRUKSEL
Hat ragihandin ku li Anversa bajarê Belçikayê di avahiyekê da teqîn çêbû û di teqînê da di navbera 10-20î de meriv birîndar bûn.
Di daxuyaniya polêsên Anversê ya li ser medyaya civakî da hat diyarkirin ku di teqîna li restoranek li ser Kolana Paardenmarktê çêbû da 10-20 kes birîndar bûn, 7 kes ji binê enqazê hatin derxistin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku avahiya tê da teqîn çêbû hilweşiya û 3 avahiyên li der û dorê jî zirar dîtin, teqîna ku sedema wê hê nayê zanîn êrîşa terorê nîne.
Di daxuyaniyê da gotin dibe ku di binê enqazê da hin kes hebin.
Tê îdiakirin ku teqîn ji ber xaza asêmayî çêbûye.
Wekî mayîn Bart De Weverê Şaredarê Anversê di hesabê xwe yê medyaya civakî da destnîşan kir ku ji ekîbên tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn ra sipas dike û ji bo kesên di binê enqazê da man jî peyama piştgiriyê weşand.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên gelek polês, ambulans û ekîbên agirkujiyê beşdar bûn, dewam dikin.