Haydar Şahin
13 Mijdar 2019•Rojanekirin: 15 Mijdar 2019
Li Bolîvyayê Williams Kalimanê Sererkan û fermandarên artêşê diyar kirin ku seroktiya berwext a Jeanine Aneza Alîkara Serokê Senatoyê qebûl dikin.
Li gor xebera malpera "Pagîna Sîete"yê ya li Bolîvyaya Evo Moralesê Serok bi zorê dan îstifakirin weşanê dike, Kalîmanê Sererkan û fermandarên artêşê li Qesra Seroktiya Dewleta Bolîvyayê ya li Puebloyê bi Aneza Senator a ku xwe wekî "seroka berwext" îlan kiribû ra hatin ba hev û Yurî Calderonê Midûrê Ewlekariyê û rayedarên polêsan jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Sererkan û fermandaran piştî hevdîtinê bi danezana hevpar va diyar kirin ku seroktiya berwext a Anezê qebûl dikin.
Di danezanê da wiha hat gotin: "Dema li şert û mercan mêze dikin em dikarin ji we ra bêjin ku em li gor qanûn, norm û rêgezên eskeriyê em vegeriyan ser wezifeya xwe. Li hiqûqa me em li cem hikûmeta teze ne."
Calderonê Midûrê Giştî yê Ewlekariyê jî ji bo mijarê daxuyanî da CNN Internationalê û diyar kirk u artêş û polês bi hev ra dixebitin û bi hev ra tevdigerin.
- Kirîza li Bolîvyayê
Piştî hilbijartina 20ê cotmehê ya li Bolîvyayê mixalefetê îdia kiribû ku di hilbijartinê da dek û dolap hatin kirin li ser vê herdu aliyan bangî piştgirên xwe kiribûn ku derkevin kuçeyan.
Piştî encamên biniqaş ên hilbijartinê mixalefetê gotibû bira hilbijartin were betalkirin û carekî dîsa herin ser sandiqê, Evo Morales jî diyar kiribû ku ew ê ji nû va herin ser sandiqê. Piştî vê mixalefetê gotibû Morales bira neke hilbijartinê, heke têkevê jî we ê çalakiyan bidomînin.
Morales li ser daxwaza artêşa midaxeleyî çalakiyên tundiyê û yên mixalifan nekir û zora mixalefetê diyar kir ku îstifa kiriye.
Meksîkayê pêvajoya li Bolîvyayê wekî "derbe"yê nirxandibû û teklîfa îlticayê biribû Morales, li ser vê Morales çûbû Meksîkayê.