Haydar Şahin
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Mixalifên dixwazin Evo Moralesê Serokê Bolîvyayê îstifa bike ji bo jiyana aboriyê ya welêt bidin sekinandin û xizmetên dewletê bidin sekinandin biryar dan ku li saziyên dewletê û deriyên sînor çalakiyan li dar bixin.
Li Bolîvyaya welatê li Amerîkaya Başûr di 20 cotmehê da hilbijartin hat kirin û Morales qezenc kir, piştî hilbijartinê mixalifan bi îdiaya hîle hat kirin va dest bi protestoyê û bûyerên tundiyê kirin, Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) ji bo van îdiayan dest bi lêkolînan kir û çalakiyên piştgiriyê didin Morales jî li welêt dewam dikin.
Mixalifên endamê Komîteya Sivîl a rastgir ya ku barîqat danîn ser rêyên bajêr û piraniya protestoyên wan vegeriyan bûyerên tundiyê roja şemiyê ji bo îstifaya Morales 48 saet dem dabûn. Piştî temambûna vê demê endamên komîteyê dîsa di mitînga li bajaroka Santa Cruzê hat lidarxistin da kom bûn.
Luis Fernando Camachoyê Serokê Komîteya Sivîl a Santa Cruzê di mitîngê da axivî û got, "Me dizanibû ku ew ê îstifa neke lêbelê vegera vî şerî tune. Dibê em hikûmetê ji text daxin. Gel îstifaya hikûmeta ku gel dikuje dixwaze. Êdî sebra me nema, ji ber vê me biryar da ku greva sivîl radîkalîze bikin."
Camacho got ew ê aboriya welêt û xizmetên dewletê bidin sekinandin ku Morales îstifa bike û wiha axivî: "Ji bo hemû saziyên welêt û xebatên li sînoran bi rêyên aştiyane bidin sekinandin û helwesteke saxlem nîşan bidin wekî Komîteyên Sivîl ên li Bolîvyayê mitabiq man."
Camacho îdia kir ku ew ê di çalakiyan da balafirgehên navneteweyî û xizmetên tenduristiyê nexin hedefê.
Li ser banga mixalifên rastgir xebatkarên kanê, sendîqayên karkeran, xwecî û gundiyên alîgirên Morales jî biryar dan ku li pêşiya navendên girîng û Casa Grande del Puebloya qesra hikûmetê ya li La Paza paytext nobetê bigrin.
Camacho xwest ku bira dadgerê der heqê wî da îdiayên bertîlê hene bibe serokê dewletê.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin, Camacho ji artêşa ku roja şemiyê ultîmatom dabû Morales piştgirî xwest û di axaftina li organîzasyoneke din kir da xwest ku bira Maria Cristina Diaz Sosaya ezaya Dadgeha Edaletê ya Bilind (TSJ) di dewsa Morales da were hilbijartin.
Der heqê Sosaya ku Camacho ji bo wê dibêje "kesa di TSJyê da piştgiriyê nade Morales" dide nasîn da par hatibû îdiakirin ku ji bo tayîna dadgerekî 10 hezar dolar bertîl sitandiye.