20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
MECLIS
Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan got, "Derdê min bi çepgirên sexte, îslamciyên sexte lîberalên sexte û demokratên sexte ra heye. Kurtasiya gotinê bi hemû sexteyan ra heye."
Tan li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê da der barê nivîsa Ertugrul Ozkok ya di rojnameya Hurriyetê da bersiv da.
Tan got, "Çawa ku tîne serê axaftina her kesî axaftina min jî kurt kiriye, şaş nivîsiye û tevahiya wê nedaye. Jixwe tiştekî din bikira ezê şaş bûma. Ya ku lê tê kiriye." û axaftina xwe wiha domand:
"Ertugrul Ozkok; ez di daxuyaniya xwe da dibêjim ez rêzê nîşanî çepgirên rast, gelê Nîşantaş û Bebekê didim û dibêjim zaroktiya min li Bebekê derbas bû û ez bi tenê êrîşî yên "sexte" dikim. Di 13 salên navbera salên 1963-1976an da mala kalik û pîrika min li Bebekê bû û ez her havînê diçûm wê derê, ez der heqê Bebekê da bêjim çi? Evên sexte kî ne? Qesta min kesên ku paşê barî Bebekê kirine nîne. Ha 50 sal berê ha 50 roj berê barî wê derê kiribin tu derdekî min bi wan ra tune. Ji bo vê tu çima Ahmet Hakan jî kaşî nav nîqaşê dikî, çi lazim e.
Gotina 'çepgirên sexte' di demên dawîn da ji 'çepgirên Cîhangîrê' tê gotin û di zimanê siyaseta Tirkiyeyê da rûniştiye. Wek gotina 'îslamciyên sexte' îslamciyên diz' û 'neteweperwerên sexte'. Tu vê danasînê zehf adî dibînê, ez dikarim ji bo te gotina 'kablama'yê ya ku gelê Diyarbekirê baş dizane jî bêjim. Derdê min ew e ku; zarê malbateke normal li Îzmirê bû sosyalîst, bi gustîla ku Îsmet Înonuyê Şefê Milî pê da kir va dergîstî bû, bi qîza wezîrekê CHPyî ra zewicî û çû Parîsê, piştî ku ji wê derê vegeriya li Tirkiyeyê xwe berî avên kûr da, ji demên bi wêneyên Che Guevara hate demên ku ji Ahmet Kaya ra çêra dike, avahiyên sermeyadaran ên bilind da rûdinê. Che Guevara li Kubayê dev ji wezîrtiyê berda derkete çiyayên Bolîvyayê û li wê derê mir. Ertugrul Ozkok te çi tiştê xwe da?
Tan got, "Derdê min bi çepgirên sexte, îslamciyên sexte lîberalên sexte û demokratên sexte ra heye. Kurtasiya gotinê bi hemû sexteyan ra heye. Ertugrul Ozkok tu li neynikê mêze bike, tê xwe bibînî?