08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
BAB
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA), ku Hêzên Çekdar ên Tirk piştgiriyê didê, ji bo ku li bakurê Sûriyeyê navenda navçeya Babê ji destê DEAŞê derxe, operasyonên xwe zêde kirin. Girikên ku li ser navendê hakim in, ji DEAŞa rêxistina terorê hatin sitandin, ASA ji aliyê rojhilata bajêr va ket taxan û bi terorîstan ra pevçûnên tund dewam dikin.
Di roja 169emîn a Operasyona Mertalê Feratê da leşkerên TSK û ASAyê 30 kîlomêtre dûrî sînorê Tirkiyeyê, li navenda navçeya Babê li dijî DEAŞa rêxistina terorê êrîşên xwe zêde kirin.
Li gor ragihandina nûçegihanê AAyê yê li Babê, îmhakirina hedefên DEAŞê dewam dike, tepê Şêx Akîl û hin tepeyên din ji DEAŞê hatin xelaskirin.
Hêzên ASAyê li ser tepeyan ra ketin navendê ji hêla rojava va li taxên Mantiqa Garbiyya, Vîlla û Cebel Akîlê bi terorîstan ra ketin pevçûnên tund.
Pevçûn dewam dikin û DEAŞ jî bi wesaîtên bombebarkirî va êrîşên xwekujiyê li dar dixin.
Bi Operasyona Mertalê Feratê ve TSK û OSOyê navenda Babê ji aliyê bakur, rojava û rojhilatê ve dorpeç kiriye.
TSK û OSO ji sînorê Tirkiyeyê 35,1 kîlomêtro ber bi Sûriyeyê ve çûne. Şûna ku bilez û bez bikevin navenda bajêr dixwazin hêza terorîstan têk bibin û ji be rvê der û dora Babê dorpeç kirine. Armanca wan ew e ku sivîl neyên kuştin.
Hêzên Beşşar Esed û piştgirên wî bi saya Operasyona Mertalê Feratê ya ku li ser DEAŞê zorê dike îstîfade dikin û li Babê pêşva diçin.
Hêzên rejimê di 5 rojên dawîn de 3 kîlomêtro pêşva çûn û 3,3 kîlomêtro nêzîkî navenda navçeyê bûn. Armanca wan ew e ku bajaroka herî mezin a Babê Tadîfê bi dest bixin.
Heke DEAŞ ji Babê vekişe, li ber bi Reqeyê ve rêyek heye ku ew bikaribe here rojavayê Helebê.