PEKÎN
Hat ragihandin ku li Çînê hezaz çêbû û di hezazê de 40 kes winda bûn.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê, li eyaleta Şaanşiyê li bajarê Vucouyê hezaz çêbû. Di hezazê de klubeya ku di tê de karkerên madenê diman li bin axê de man.
Hat ragihandin ku 5 klubeyên karkeran û 3 avahî di bin axê de man û 40 kes jî winda bûn.
Tîmên lêkolîn û xilaskirinê çûn herêmê û yên ku malê wan nêzîkî li cihê hezazê ye jî ji malên xwe hatin derxistin.
Li Çinê di kana komirê de teqîn: 10 mirî
Hat ragihandin ku li Çinê di kana komirê de teqîn çêbû û di qezayê de 10 karker mirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê li eyaleta Guîcouyê li navçeya Louşîayê di kana komirekî de ji ber ku xaz tengizî teqîn çebû. Dİ teqînê de 10 kes mirin, 5 kes birîndar bûn û 3 kes jî winda bûn.
Ji bo karkerên windabûyî bên dîtin xebat dewam dikin û der barê qezayê de jî jêpirsîn hat destpêkirin.