Haydar Şahin
20 Adar 2020•Rojanekirin: 21 Adar 2020
Hat ragihandin ku li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ferman hat dayîn ku gel di malên xwe da bimîne.
Li gor xeberên di medyaya Amerîkayê da hatin weşandin, Gavin Newsomê Waliyê Calîfornîayê şeva pêncşemê "fermana mayîna li malê" da 40 milyon gelê eyaletê.
Walî Newsom diyar kir ku ji bo vîrusa koronayê sîstema tenduristiyê ya eyaletê xirab neke hetanî fermaneke din gerên zerûrî nînin hat qedexekirin û wiha axivî: "Nika dema hildana biryarên zor e, em mecbûr in vê rastiyê qebûl bikin."
Di çarçoveya fermana walî da ji gel hat xwestin ku di malên xwe da bimînin lê dikarin ji bo hewcedariyên wekî amûrên tibî û xurekê ji malên xwe derkevin.
Hat gotin ku karxaneyên wekî lokanteyan bi şertê xurekê serwêsî malan bikin ew ê vekirî bimînin.
Li Calîfornîayê 910 waqeyên vîrusa koronayê û 19 mirî henî piştî Washîngton û New Yorkê li Amerîkayê herî zêde nexweşî li vê derê hat dîtin.
Li gor daneyên dawîn li New Yorkê 5 hezar û 298, li Washîngtonê jî 1376 kesên bi Kovîd-19ê ketine hene.