Nihat Kavşut
27 Adar 2020•Rojanekirin: 28 Adar 2020
Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson ragihand ku encama testa wî ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) pozîtîf derketiye.
Johnson bi vîdeoya li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da pê ra nîşaneyên biçûk yên vê nexweşiyê çêbûne û encama testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derketiye.
Borîs Johnson diyar kir ketiye karantînayê û got ku wê kar û xebatên hikûmetê bi vîdeokonferansê bidomîne.
Li Îngilistanê rojek berê jî testa warîsê Prensê Gallerê Charles pozîtîf derketibû.