Haydar Şahin
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 19 Sibat 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê bi roketan êrîşî Bendera Trablusê dikin.
Bender li nêzî Meydana Şehîdan a salvegera sala 9an a Şoreşa 17ê Sibatê do lê hat pîrozkirin e û li bakurê bajêr cî digire. Êrîşên li ser benderê ji her aliyên bajêr tên dîtin.
Tê gotin ku herî kêm 10 roket di ser benderê da ketin. Do bi kelek û keştiyên piçûk li Bendera Trablusê çalakiyên pîrozbahiyê hatibûn lidarxistin.
Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya navneteweyî tê naskirin hê der barê êrîşê da daxuyanî neda.
Milîsên Hefter hefteya borî bi roketan êrîşî herêmên li başûrê Trablusê kiribûn û di êrîşan da 5 kes hatibûn kuştin.