Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
CENEVRE
Staffan de Misturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku tûra 6emîn a hevdîtinên Sûriyeyê yên li Cenevreyê bi dawî bû û li ser 4 xalên sereke yên bingeha hevdîtinê ne jî qet nehat sekinîn.
Li Cenevreya Swîsreyê di roja dawîn a tura 6emîn a hevdîtinên Sûriyeyê ya di 16ê gulanê da dest pê kiribû da Mistura bi heyeta mixalifan a di serokatiya Nasir el-Herîrî da û heyeta rejima Beşar Esed ra cihê cihê hevdîtin kir.
Mistura piştî hevdîtinan civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Me îro hevdîtinên tura 6emîn bi mijara Sûriyeyê yên li Cenevreyê qedand."
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY destnîşan kir ku di hevdîtinên tura 5emîn da ew li ser rêveberiya berwext, makezagon, hilbijartin û têkoşîna dijî terorê sekinîbûn lê di vê hevdîtinê da ji ber kêmasiya wext van 4 mijaran di rojevê da cih negirt.