25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
ANKARA / ANALÎZ
PYDya dûvikê PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê, bi fişara DYA û Rûsyayê tê xwestin li danûstanên Cenevreyê weke "mixalif" bê qebûl kirin. Lê belê rejîm û rêxistina ku ji destpêka şerê navxweyî ve, li dijî hev şer nekirine, hevkariya di navbera wan da balê dikişîne.
Nîqaşên li ser beşdarvanên danûstanên rejîm û mixalefetê ya derbarê qeyrana Sûriyeyê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) ku biryar bû îro dest pê bike didome. Li hevnekirina bê ka gelo wê kîjan kom bi navê mixalefetê bên gazîkirin berdewam e. Herçiqas PYD wesfên mixalifbûnê di xwe da nagre jî, Rûsya û DYA bi israr li ser disekinin ku PYD bi navê komeke "mixalif" bê qebûlkirin.
Komîsyona Danûstanê ya ku ji mixalifan pêk tê balê dikişîne ser îxlalên PYDyê û bi tundî li dijî wê yekê derdikevin ku rêxistin li Cenevreyê bê temsîlkirin.
Komîsyona Bilind ya Danûstanan ku ji mixalifên mutedîl pêk tê di 9-10ê mijdarê li Riyada paytextê Erebîstana Siûdiyê civiyabûn. Berdevkê KBDyê Riyad Na'san Axa, ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand, "PYD, li gundên Reqa û Hesekê bi dehan kes kuştin, li gorî kêfa xwe xelk girtin û sirgûn kirin. Ev qatil heq nakin ku bi navê mixalifbûnê li ser maseya danûstanan rûnin."
Nûnerê Taybetê NYyê yê Sûriyeyê Staffan de Mistura pêrê daxuyandibû ku ji ber pirsgirêka beşdarbûnê ya komên mixalif, danûstanên Sûriyeyê ku biryar bû îro destpê bikin heta demeke kurt hatin li paşxistin û îro jî ragihand ku dawetnameyê danûstanên Sûriyeyê wê sibê bên şandin û danûstan jî wê roja 29ê Rêbendanê dest pê bikin.
- Hevkariya PYD û rejîmê
PYD ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê li gorî berjewendiyê xwe tevdigere. PYDyê rejîm ji xwe ra nekir hedef û ev yek jî bi kêrî rejîmê hat. Bi vê sayê jî Esed hevpeymanek ku lê ewlebûna wî îzafî ye bi dest xist. Têkiliya taybet ya di navbera herdu aliyan da, rê li pêşiya PYDyê xweş kir ku li herêmên kurdan bibe xwedî desthilat. Rejîm û PYDyê heta nuha bi tenê çend carekê li Şêx Meqsûda bakurê Helebê û li qadên neftê yên li Hesekê şerekî demkî kirine. Di encamê da rejîma Esed ev qad ji PYDyê ra hiştin û hêza xwe ber bi herêmên din ve herikand.
Rêxistinê di çarçoveya li hevkirina 2012an da digel rejîmê, li bakurê rojhilatê wî welatî serwerî bidest xist. Di beranberî vê da PYD bacê dide rejîmê û rejîm jî saziyên xwe yên li herêmê dixebitîne. Memûrên bi rejîma Esed ve girêdayî her weke berî 2011an di karê xwe da berdewam in. Li gorî çavkaniyên herêmê, bacên hinek cihên Hesekê di nava PYD û rejîmê da tê levakirin. Gelek caran jî hêzên navxweyî yên rejîmê û yên PYDyê bi hevkarî tevdigerin.