Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ESCUINTLA
Hat ragihandin ku ji Çiyayê Agirîn Fuego vê carê kevir û bermayiyên germ diherikin û derdikevin derva.
Enstîtuya Sîsmolojî û Volkanolojiyê ya Guatemalayê ragihand, herikîna ku ji herî, av û madeya volkanîk pêk tê, ji ber baranê dewam dike û ji ger û newalên ku tê ra derbas dibe, dar û beran tevda tune dike.
Serokê Enstîtuyê Eddy Sanchez diyar kir ku herçiqas fealiyeta wê kêm bûbe jî, lê rîskên ji ber Çiyayê Agirîn Fuego hê jî dewam dikin.
Hat destnîşankirin ku ji ber herikînê, sewiyeya ava Çemê Panaleonê bilind bû û ji ber vê qasê jî ji herêma Santa Lucia Cotzumalguapa 72 kes hatin texliyekirin.
Piştî teqînê, duh xebatên fermî yên lêgerîna kesên wenda kuta bûn. Hat diyarkirin ku li hin herêmên wekî San Miguel Los Lotesê xwebeş hê jî xebatên xwe didomînin û li kesên wenda digerin.
Li Guatemalayê ji teqîna hefteya çûyî vir va zêdetirî 4 hezar kesî di starên berwext da dimînin.
Di vê afatê da li wî welatî 110 kes miribûn û der heqê berpirsan da jî ji ber sedemê ku tevdîrên pêwîst wernegirtine, lêpirsîn hatibûn destpêkirin.
Tê gotin berpirsan serê sibeha yekşema çûyî fealiyeta di çiyayê agirîn da ferq kirine, lêbelê biryara texliyeyê nedane.
Tê texmînkirin ku teqîna çiyayê agirîn li ser jiyana 1,7 milyon kesî tesîr kiriye.