17 Tebax 2017•Rojanekirin: 17 Tebax 2017
GUATEMALA
Li Guatemalayê hin kesên biçek ketin nexweşxaneyekê û gule berdan derdorê. Di êrîşê da herî kêm 7 kes hatin kuştin.
Dîrektorê Nexweşxaneya Rooseveltê Carlos Soto daxuyaniyek da û got ku êrîşkar serê sibê hatine nexweşxaneyê û gule berdane milet. Soto got ku di êrîşê da 7 kes hatin kuştin.
Arîkarê Dîrektor Antonîo Barrîentos got ku di êrîşan de jê yek zarok bi tevahî 12 kes jî birîndar bûne.
Polêsan der barê êrîşa da 5 kes girtin.
Hat ragihandin ku kesên ku êrîş kirine endamên mafyaya Mara Salvatruchanê ne û dixwestin serokê wan Anderson Danîel Cabrera Cîfuentes ji nexweşxaneyê birevînin.