Haydar Şahin
01 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2019
PEKÎN
Hat ragihandin ku li Yunana eyaleta Çînê 3 mizgeft bi hinceta "perwerdeya dînî ya dereqanûnî" dane hatin girtin.
Li gor xebera rojnameya South China Morning Postê, li Veyşana navçeya Yunana eyaleta li başûr rojavayê welêt rayedaran bi hinceta lê "perwerdeya dînî ya dereqanûnî" tê dayîn mizgeft ji îbadetê ra girtin.
Milsimanên Huî yên ji Çînê nehîştin ku mizgeft werin girtin li ser vê di navbera wan û hêzên ewlekariyê da pevçûn derket. Hê nayê zanîn ku gelo hêzên ewlekariyê Misliman binçavkirin yan na.
Di dîmenên ku rojnameyê weşandin da tê dîtin ku deriyê mizgeftekê hatiye kilîtkirin. Navê û agahiyên mizgeftan nehatin parvekirin.
Wekî mayîn hat ragihandin ku hikûmeta herêmî ya Veyşanê "ji bo domandina îstiqrar û lihevkirina dînî" li gundên Huîhuîding, Mamîçang û Sancîayê qedexe da ser "3 qadên dînî yên dereqanûnî".
Di daxuyaniya hikûmeta herêmî ya Veyşanê da hat diyarkirin ku li van gundan hin kesan bêyî tesdîqa rayedaran "qadên çalakiyên dînî" ava kirine, perwerdeya dînî dane û çalakiyên ku meqamên eleqedar nas nakin li dar xistine û ev kesan rêgezên serastkirina karên dînî binpê dikin. Tê texmînkirin ku li Yunanê 700 hezar Mislimanên Huî hene.
Di dema şoreşa çandê da Mizgefta mezin a Veycouyê hatibû tepkirin, Mislimanên Huî di dewsa heman mizgeftê da mizgeft ava kiribûn, hikûmetê biryar dabû ku dîsa mizgeftê hilweşînin li ser vê bi sedan mislimanî protesto li dar xistibûn û li ser vê hikûmeta herêmî biryara xwe paşda kişandibû.
Li Çînê 56 komên neteweyî hene ji wan 10 kom Misliman in. Kêmneteweyên wekî Huî (Mislimanên ji Çînê) Uyxur, Qirxiz, Qazax, Tacik, Tatar, Ozbek, Salar, Baoan û Dongşîang li bakur û bakurê rojavayê welêt dijîn.