Haydar Şahin
02 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
MOSKOVA
Hejmara cesedên ji enqazê avahiya li Magnîtogorska bajarê Çelyabinska herêma Rûsyayê ya ku tê da xaza siruştî teqiyabû derxistin derkete 13an.
Di 31ê berfanbarê da li bajarê Magnîtogorskê di avadiya 10 qatî da teqîn çêbibû û avahî tep bibû. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li enqazê avahiyê dewam dikin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Rewşên Acil ji enqazê 13 cesed hatin derxistin.
Aqûbeta kêmzêde 30 kesên tê texmînkirin di binê enqazê da ne hê nayê zanîn.
Di 31ê berfanbarê saet 06.00an da li bajarê Magnîtogorskê di avahiya 10 qatî da teqîn çêbibû û avahî tep bibû, 48 daîreyên avahiya ku ji 100î zêdetir kes lê dijîn zirar dîtibûn. Ji bin enqazê avahiyê 8 cesed hatibûn derxistin, piştî 35 saetan dergûşek ji enqazê sax hatibû xilaskirin.