Nihat Kavşut,Önder Beyter,İbrahim Atmaca
26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
HELEB
Li bakurê Sûriyeyê piştî ku yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di operasyona Mertalê Feratê da ber bi herêma Baba di destê DEAŞê da diçin, li herêmê rejim, PYD û DEAŞ li dijî Artêşa Sûriyeyê bi hev ra hereket dikin.
Di daxuyaniya Artêşa Sûriyeya Azad da hat diyarkirin ku li gundê Tel Ceycan û Tel Madika li rojhilatê başûrê Mariya navçeya Helebê firokeyeke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warêlê êrîşî endamên Artêşa Sûriyeya Azad kir.
Hat diyarkirin ku di êrîşê da 3 endamên Artêşa Sûriyeya Azad mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku Tel Madik û Tel Ceycan îro ji DEAŞê hatin rizgarkirin û wiha hat gotin: "Di operasyonên mixalifan ên li dijî DEAŞa rêxistina terorê da rejim PYD êrîşî herêmên mixalifan dikin. Li dijî mixalifan bi hev ra tevdigerin. Li gundê Tel Ceycan û Tel Madika li rojhilatê başûrê Mariya navçeya Helebê firokeyeke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warêlê êrîşî endamên Artêşa Sûriyeya Azad kir."
Wek mayîn DEAŞê li Tel Madikê bi wesaîta bombebarkirî êrîşî Artêşa Sûriyeya Azad kir.
Êrîşên rêxistina terorê PYD/PKKyê yên dijî gundên ku ASAyê ji DEAŞê paqij kirin jî berdewam in.
- "Li herêmê hem DEAŞ û hem jî PYD alîkariya dejimê dikin"
Ebû Ramadan ku yek ji fermandarên ASAyê yê qadê ye, daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku li bakurê Helebê li xeta Mare-Cerablusê rejim, DEAŞ û PYD/PKK bi hev ra tevdigerin.
Ebû Ramadan bal kişand ku rejim êrîşî deverên di destê muxalifan da dike û bi vî awayî niyeta xwe ya rastîn dide der û wiha dewam kir, "Esed, 4 sar berê dema ku bi muxalifan nikaribû, hevkarê wî DEAŞ ket dewrê. Vêga li herêmê bi tenê ne DEAŞ, PYD jî alîkariya rejimê dike."
Ebû Ramadan herwiha diyar kir ku DEAŞ li deverê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî gund, bajarok û navçeyên di kontorla muxalifan da dike û wiha got, "Rejim û PYD/PKK ji bo ku pêşveçûna ASAyê ya li dijî rêxistina terorê DEAŞê ya li qadê asteng bikin, her cure lîstikê dilîzin."
PYD/PKKya rêxistina terorê ji bo ku nehêle ASA ber bi Babê biçe heftêya çûyî pê va êrîşî gundên ku mixalifan di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji DEAŞa rêxistina terorê safî kir, dikir.
PYD/PKK ji bo ku rojhilata Çemê Feratê û rojavayê çem bigihîne hev, divê Babê ji DEAŞê bistîne.
Ji aliyê din va navçeya Babê hedefa Operasyona Mertalê Feratê ye. Heke Bab di operasyonê da were hildan, PYD/PKKya rêxistina terorê wê negihêje hedefa xwe.
PYD/PKK bi piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê va rojhilata çem heta sînorê Sûriye û Tirkiyê bi dest xistibû. Heke rêxistin bigihêje armanca xwe sînorê her du welatan diguherîne.