Haydar Şahin
18 Nîsan 2020•Rojanekirin: 19 Nîsan 2020
Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) tên dermankirin ji 1,5 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên welat û herêman kom dike li seranserê dinyayê milyonek û 527 hezar û 64 kes bi nexweşiyê ketin.
Di milyonek û 470 hezar û 28 kesan da nexweşî giran xanê nake, rewşa 57 hezar û 36 nexweşan di xetereyê da ye.
Kovîd-19a di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket holê ji 200î zêdetir welatî belav bû û vegeriya pandemiyê. Hejmara waqieyan derkete 2 milyon û 263 hezar û 52yan, ya miriyan jî derkete 154 hezar û 827an.
Hejmara nexweşan her ku diçe zêde dibe ji ber vê sîstema tenduristiyê ya welatan dikeve tengasiyê.
Li Amerîkayê 609 hezar û 597 kes, li Îtalyayê 106 hezar û 962, li Îspanyayê 96 hezar û 20, li Fransayê 94 hezar û 868, li Îngiltereyê 93 hezar û 772, li Tirkiyeyê 68 hezar û 146, li Almanyayê jî 51 hezar û 645 kes bi nexweşiyê ketin.