Nihat Kavşut
18 Nîsan 2020•Rojanekirin: 19 Nîsan 2020
Li Îspanyayê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 565 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 20 hezar û 43yan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îspanyayê ji ber şewba Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 565 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 20 hezar û 43yan.
Hat destnîşankirin li Îspanyayê bi tesbîtkirina 3 hezar û 658 nexweşên teze hejmara nexweşan derket 191 hezar û 726an.
Hat diyarkirin di 24 saetên dawîn da hezar û 699 nexweş baş bûn û hejmara kesên pak bûne derket 74 hezar û 662yan.