İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 69 milyon û 240 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 575 hezar û 819 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 69 milyon û 240 hezar û 196an, 47 milyon û 995 hezar û 269 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 820 hezar û 42yan û ji ber şewbê heta niha 296 hezar û 698 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji 500 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (9 milyon û 767 hezar û 371), Brezîlya (6 milyon û 730 hezar û 118), Rûsya (2 milyon û 541 hezar û 199), Fransa (2 milyon û 324 hezar û 216), Îtalya (milyonek û 770 hezar û 149), Îngiltere (milyonek û 766 hezar û 819), Îspanya (milyonek û 725 hezar û 473), Arjantîn (milyonek û 475 hezar û 222), Kolombiya (milyonek û 392 hezar û 133), Almanya (milyonek û 242 hezar û 253), Meksîka (milyonek û 205 hezar û 229), Polonya ( milyonek û 88 hezar û 346), Îran (milyonek û 72 hezar û 620), Peru (977 hezar û 312), Tirkiye (925 hezar û 342), Ukrayna (845 hezar û 343), Afrîkaya Başûr (828 hezar û 598), Belçîka (597 hezar û 643), Endonezya (592 hezar û 900), Hollanda (576 hezar û 695), Iraq (569 hezar û 873), Şîlî (564 hezar û 778), Çekya (556 hezar û 927) û Romanya (532 hezar û 40)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (179 hezar û 32), Hindistan (141 hezar û 772), Meksîka (111 hezar û 655), Îngiltere (62 hezar û 566), Îtalya (61 hezar û 739), Fransa (56 hezar û 648), Îran (51 hezar û 212), Îspanya (47 hezar û 19), Rûsya (44 hezar û 718), Arjantîn (40 hezar û 222), Kolombiya (38 hezar û 308), Peru (36 hezar û 455), Afrîkaya Başûr (22 hezar û 574), Polonya (21 hezar û 160), Almanya (20 hezar û 704), Endonezya (18 hezar û 171), Belçîka (17 hezar û 603), Şîlî (15 hezar û 690), Tirkiye (15 hezar û 531), Ukrayna (14 hezar û 204), Ekvador (13 hezar û 814), Kanada (12 hezar û 983), Romanya (12 hezar û 821) û Iraq (12 hezar û 501)."