Abdullah Tel
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2020
Pêşniyaza qanûnî ya ku di 2yê Cotmehê da ji alî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron va hatibû eşkerekirin piştî hevdîtinên li ser ên di Lijneya Wezîran da, hat qebûlkirin.
Serokwezîrê Fransayê Jean Castex piştî civîna Lijneya Wezîran civîna çapemeniyê li dar xist û rexneyên li hemberî qanûna ku tê gotin wê Misilmanan bike hedefa xwe qebûl nekir û got ku bi vê va wê li dijî "Îslama tundraw" têkoşîn bê dayîn.
Castex îdia kir ku Îslama tundraw di nav civakê da dibe sedema tundiyê û civakê ji hev diqetîne ji ber vê jî komar serî natewîne û nirxên xwe diparêze.
Ji hêla din va Jean-Luc Melenchonê lîderê Tevgera Fransaya Serî Danayne (LFI) jî hikûmetê rexne kir û ragihand ku bi pêşniyaza qanûnî va wê Misilman bên etîketkirin.
Melenchon diyar kir ku dema pêşniyaza qanûnî pêşkêşî meclisê bê kirin ji bo gelek verastkirinên di nav da wê hewl bidin lewra bi qanûnê va tê xwestin ku navê Misilmanan derxin.
- Daxuyaniyên Macron
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîna çapemeniyê ya 2yê Cotmehê da got ku ew ê pêşniyaza qanûnî ya ji bo li dijî fikrên cihêkariyên Îslamî têkoşîn bê dayîn wê di 9ê Berfanbarê da pêşkeşî Lijneya Wezîran bikin û wiha got: "Li Fransayê Îslam ji bo bibe şirîkê komarê divê verastkirin bên kirin."