Abdullah Tel
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) xilas bûn û baş bûn ji 48 milyonî derbas bû.
Li gor daneyên di malpera "Worldometers"a ku daneyên rojane yên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê 48 milyon û 9 hezar û 437 pêketiyên vîrusê baş bûn.
Li dinyayê 4 welatên ewil ên ku lê herî zêde waqie hatin dîtin di heman demê da bûn welatê ku lê herî zêde nexweş baş bûn.
Li Hindistanê 9 milyon û 253 hezar û 306, li Amerîkayê 9 milyon û 226 hezar û 411 û li Brezîlyayê 5 milyon û 901 hezar û511 û li Rûsyayê jî 2 milyon û 7 hezar û 792 kes ji vîrusê xilas bûn û baş bûn.
Jimara başbûyiyan li Arjantînê milyonek û 311 hezar û 488, yên li Kolombiyayê jî derket milyonek û 287 hezar û 597an.
Li Tirkiyeyê ji 9ê Berfanbarê va 447 hezar û 361 pêketiyên Kovîd-19ê baş bûn.
Li seranserê dinyê tedawiya 19 milyon û 668 hezar û 778 kesan hê jî dewam dike.
Vîrusa Kovîd-19ê ya ku di kanûna pêşîn a 2019an da li Vuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir welat û herêman bû û guherî şewbê.
Li çar aliyê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihîşt 69 milyon û 254 hezar û 300 kesî û ji ber vîrusê milyonek û 576 hezar û 85 kes jî mirin.