İbrahim Atmaca
03 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2021
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 84 milyon û 993 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 843 hezar û 866 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 84 milyon û 993 hezar û 350yî, 60 milyon û 110 hezar û 468 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 20 milyon û 904 hezar û 701ê û ji ber şewbê heta niha 358 hezar û 682 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (10 milyon û 324 hezar û 631), Brezîlya (7 milyon û 716 hezar û 405), Rûsya (3 milyon û 212 hezar û 637), Fransa (2 milyon û 643 hezar û 239), Îngiltere (2 milyon û 599 hezar û 789), Tirkiye (2 milyon û 232 hezar û 35), Îtalya (2 milyon û 141 hezar û 201), Îspanya (milyonek û 936 hezar û 718), Almanya (milyonek û 773 hezar û 540), Kolombiya (milyonek û 666 hezar û 408), Arjantîn (milyonek û 634 hezar û 834), Meksîka (milyonek û 443 hezar û 544), Polonya (milyonek û 312 hezar û 780), Îran (milyonek û 237 hezar û 474), Afrîkaya Başûr (milyonek û 88 hezar û 889), Ukrayna (milyonek û 74 hezar û 93) û Peru (milyonek û 18 hezar û 99)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (195 hezar û 742), Hindistan (149 hezar û 471), Meksîka (126 hezar û 851), Îtalya (74 hezar û 985), Îngiltere (74 hezar û 570), Fransa (64 hezar û 921), Rûsya (58 hezar û 2), Îran (55 hezar û 438), Îspanya (50 hezar û 837), Kolombiya (43 hezar û 765), Arjantîn (43 hezar û 375), Peru (37 hezar û 773), Almanya (34 hezar û 859), Afrîkaya Başûr (29 hezar û 175), Polonya (29 hezar û 58), Endonezya (22 hezar û 555), Tirkiye (21 hezar û 295), Belçîka (19 hezar û 644), Ukrayna (18 hezar û 854), Şîlî (16 hezar û 724), Romanya (15 hezar û 919), Kanada (15 hezar û 715), Ekvador (14 hezar û 59), Iraq (12 hezar û 829), Çekya (11 hezar û 960), Hollanda (11 hezar û 565) û Pakistan (10 hezar û 311)."