Önder Beyter
03 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2021
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan a di rojekê da li Hindistanê daket binê 20 hezarî, li Koreya Başûr daket binê 700î û li Çînê jî 8 pêketiyên li welêt hatin tesbîtkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 18 hezar û 177 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket ser 10 milyon û 323 hezarî û 965an.
Her wiha li welêt 217 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 149 hezar û 435an, ya kesên baş bûn jî derket 9 milyon û 927 hezar û 310an.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 24 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin ku 8 jê ji nava welêt in.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 87 hezar û 117an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 82 hezar û 88 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr di rojekê da 657 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 63 hezar û 244an.
Di 24 satên dawîn da 20 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 962yan. Her wiha heta niha 44 hezar û 507 kes jî baş bûn.