Ahmet Aydın
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) gihişt 63 hezar 972an.
DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara miriyan roj bi roj lê zêde dibe.
Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkinsê parve kirin, li wî welatî hejmara pêktiyan di 24 saetên dawîn de 33 hezar û 885 zêde bû û gihişt 939 hezar û 249an.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li wî welatî hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt milyonek û 99 hezar û 275an, hejmara miriyan jî gihişt 63 hezar 972an.
Bi dû DYAyê bi 239 hezar û 639 pêketiyan Îspanya, bi 205 hezar û 463 pêktiyan Îtalya û bi 171 hezar û 253 pêketiyan Îngiltere tê.
- Li DYAyê navenda şewbê New York e
Li DYAyê piraniya pêketiyên Kovîd-19ê û mirinên ji ber wê li New Yorkê hatin tomarkirin. Li New Yorkê 310 hezar û 839 pêketî, û 23 hezar û 780 mirinan di nav eyaletan de yekem e.