30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
CENEVRE
Komek pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bang kirin, kesên ku li Rûsyayê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da hatin desteserkirin û gelek ji wan jî hatin tewqûfkirin, bira bilez bên berdan.
Di daxuyaniya hevpar a pisporên ku di navê da Raportorê Taybet ê NYyê yê Azadiya Îfadeyê David Kaye, Raportorê Taybet ê NYyê yê Berevanê Mafên Mirovan Michel Forst û Raportora Taybet a NYyê ya Azadiya Kombûn û Xwerêxistinkirinê Mania Kiai jî hene da hat destnîşankirin ku azadiya kombûna niyetqenc ne îmtiyaz, lê mafek e.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li Rûsyayê di xwepêşandana roja yekşemê da gelek xwepêşanderên dijber ku di navê da ciwan jî hene, hatin binçavkirin û wiha hat gotin, "Em bangî hikûmeta ûris dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û herwiha mafê kombûna niyetqenc, azadiya raman, beyan û xwerêxistinkirinê biparêze û asankariyê bike."
Dîsa di daxuyaniyê da pisporên NYyê xwestin ku xwepêşandar bên berdan û digel vê, cezayê pere û girtîgehê yên ku der heqê xwepêşandaran da hatin dayîn jî bên betalkirin û wiha hat gotin, "Em bangî meqamên ûris dikin ku bira hemû desteserkiriyên ku roja yekşemê di xwepêşandanên niyetqenc da hatin girtin, bên berdan."
Avakarê "Fona Dijî Gendeliyê" û aktîvîst Aleksey Navalny û grûbên din ên muxalif, piştî ku der heqê Serokwezîr Dmîtriy Medvedev da raporeke ku îdiayên gendeliyê tê da hene hat weşandin, roja yekşemê digel paytext Moskovayê li gelek bajarên ûris xwepêşandan li dar xistibûn. Di xwepêşandanan da polêsan gelek xwepêşander binçav kiribûn.