KABÛL
Li Kabûla paytextê Efganistanê li rawestgeha erebeyên lojîstîkê şewat derket û 400 tankêr şewitîn.
Berdevkê Polêsên Kabûlê Haşmatullah Stanîkzaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sedema şewatê hê diyar nîne lê belê şewat duh bi şev li Argandiya herêma Kabûlê dest pê kir û di saet 10.00an de hat temirandin.
Berdevk Stanîkzaî wiha axivî: "Di dema şewatê de li rawestgeha erebeyên ku di lojîstika hêzên biyanî û yê efgan de dixebitin 650 tankêr hebûn. 250 tankêr bê zirar ji rawestgehê hatin derxistin lê belê 400 tankêr şewitîn.
Ji hêla din ve Wezareta Karên Nevxweyî ya Efganistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo ku li ser sedema şewatê bixebitin heyetek şandine cihê bûyerê û sedema şewatê jî hê diyar nîne.
Berdevkê Talibanê Zabîhullah Mucahîd jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wana bi bombeyê ve êrîşî rawestgeha erebeyên lojîstîkê kirine û di şewatê de gelek erebe şewitîne û gelek kes jî mirine.