Fatih Gazioğlu
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Gulan 2019
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Efrînê Nasir Hiso got ku ew dixwazin li bajêr bazirganiyê pêşve bibin û wiha got: "216 endamên me hene. Em dixwazin li herêmê bazirganî pêş bikeve. Em ê ji bo hevkariya herî mezin bi Tirkiyeyê re bikin."
Hiso daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî da gelek kesan koçî Efrînê kiriye û wiha axivî:
"Di vê koçê da hin kesên bazirgan jî hatin herêmê. Ev jî bo herêmê baş bû. Lê ji aliyê din va jî ji ber bûyerên terorê bazirganiya li herêmê sekinî. Bi saya Operasyona Çiqlê Zeytûnê herêm ji terorê hat paqijkirin. Piştî vê operasyonê li Efrînê heyameke nû dest pê kir. Me jî bo hevkarî û parastina bazarganiyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Efrînê ava kir. Niha 216 endamên me hene. Em dixwazin bazirganiya herêmê pêş bikeve. Ji bo vê em ê hevkariya herî mezin bi Tirkiyeyê re bikin. Li herêmê rûnê zeytûnan navdar e. Li herêmê herî kêm 15 milyon darên me yên zeytûnê hene. Ji bilî van 197 fabrîqeyên rûnê zeytûnê û 16 jî fabrîqeyên me yên sabûnê hene."