Haydar Şahin
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed li xwendingehek û navendeke tenduristiya acil ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" xistin. Di êrîşê da sivîlek hat kuştin, 6 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê yên ji rejima Esed û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan pêk tên ji nîvê şevê vir da bênavber êrîşî wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" dikin.
Bi sedan carî bi hewan û roketan êrîşî Huweyz, Huweyce, Tuweyne û Kîrkata gundên li rojava û Kifrenbudeya navçeya Hemayê, bajaroka Kelha Madîkê û Habîta gundê Îdlibê kirin.
Teyareyeke şer a rejima Esed êrîşî gundê Habîtê kir û li navenda tenduristiya acil xist, navend xiste xirabe.
Wekî mayîn îro ber destê sibê jî ji hewayê êrîşî gundê Qasabiyeya ya li başûrê rojhilatê Îdlibê kirin û li xwendingehekê xistin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, di êrîşên ji beja û hewayê bênavber dewam dikin da li Kîfrenbudeya navçeya Hemayê sivîlek hat kuştin, li Habît û Huweyzê jî 6 kes birîndar bûn.
Piştî êrîşên li ser Kîfrenbude, Qasabiye û Habîtê hinek sivîlên li van derna mabûn jî mecbûr man koç kirin.
Mala çavdêriya teyareyan a mixalifan jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ji bo êrîşên Kîfrenbude û Qasabiyeyê peyam weşand û got, "Teyareyên şer yên Ûrisan ji Baregeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê rabûn".
Di êrîşên duh da jî nexweşxaneyeke welidandinê û navendeke tenduristiyê xistibûn hedef û vegerandibûn xirabeyê.