Abdullah Tel
15 Tebax 2020•Rojanekirin: 18 Tebax 2020
Li Patûya navçeya Daykunda wilayeta Efxanistanê milîtanên Talîbanê girtin ser qereqolê û 5 gundparêz kuştin.
Amirê Ewlehiya Daykundê Nakîbûllah Malîstanî daxuyanî da çapemeniyê û got ku milîtanan êrîşî ser qereqola gundparêzan a li gundê Zîn a ser Patûyê bû kirin.
Malîstanî diyar kir ku di êrîşa milîtanan da 5 gundparêz mirin û 6 gundparêz jî birîndar bûn.