İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2019•Rojanekirin: 13 Mijdar 2019
Li gor nûçeya rojnameya Tempoyê, li Medana paytextê eyaleta Sumatraya Bakur, du gumanbarên biêleng li têketina otoparka Navenda Polêsan a Medanê êrîşa bibombe kirin.
Li gor texmînê êrîşkar bi teqînê ra li cihê bûyerê mirin, rayedaran li ser rewşa êrîşkaran hê daxuyaniyeke zelal nedaye.
Li cihê ku êrîş lê hat kirin tevdîrên ewlehiyê hatin hildan, der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.